Di heftiyekê de 6 jinan bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê di nava heftiyekê de, 6 jê jin, 11 kesan bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250217-20220505-05-05-2022-ceteleya-tundiye-ya-meha-nisane-jpg2cee2e-image-jpg675598-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di heftiya borî de 11 kes li bajarên Bokan, Kirmaşan, Wezîrî Nehawedan, Maydeş, Urmiye, mahabad, Qesrê, Şîrîn û Şabad, yên Rojhilatê Kurdistanê, bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistinê da zanîn ku ji 11 kesan, 6 jê jin û navê wan wiha ne: “Reza Bazwend, Hadî Qadirî, Hêmin Şemal, Mihemed Emîn Ebdî, Umîd Ebasî, Îhsan Sipêhrî, Umêd Xefarî, Menzer Seydî, Frîşte Qasimî, Mîna Xulamî, Fatme Balançî, Perwîn Mihemedî û Leya Hiseynî.”
Rêxistinê sedema mirinan bi rewşa aborî, civakî û nebûna piştgiriya derûnî ve girêda.