Di hefteya 25’ê Mijdarê de dû jinên ciwan dawî li jiyan xwe anîn

Her çiqasî di 25’ê Mijdarê de kampaya 16 rojên pêşîlêgirtina tunditujiya beramberî jinê hat destpêkirin jî, lê di nava çend rojên bûrî de dû jinên ciwan li bajarê Silêmaniyê dawî li jiyana xwe anîn û jinek li bajarê Hewlêr ji aliyê hevjînê xwe ve hat birîndarkirin.

Navenda Nuçeyan – Her çendî li Herêma Başûrê kurdistanê di 25’ê Mijdarê de kampaya 16 rojên pêşîlêgirtina tunditujiya beramberî jinê hat destpêkirin jî kuştin û xwekuştinên jinan dewam dikin. Di hefteya 25’ê Mijdarê de li Silêmaniyê du jinên ciwan dawî li jiyana xwe anîne û li Hewlêrê jî jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat gulevarankirin. 
Rêveberiya Navenda Xêrxwazên Silêmaniyê ragihand ku jinek ciwan ya temenê wê 17 salî di mala xwe ya li taxa Keneke ya Silêmaniyê de xeniqandî hat ditin.
Di roja 29’ê Mijdarê de jî rêveberiya giştî ya tendirustiyê ya Silêmaniyê di malpera xwe ya fermî de ragihand ku xwendevanek 17 salî ya dibistana amadeyi ya Şepola Keçan li taxa Îbrahîm Ehmeda bajarê Silêmaniyê dawî li jiyana xwe aniye.
Li bajarê Hewlêrê êvara 28’ê Mijdarê li taxa Garzan mêrekê hevjîna xwe gulebaran kir, li gora zanyariyan bi darbê du guleyan jina hatî gulebarankirin birîndar rakirin nexweşxanê û tometbar jî hat girtin.