Di guherîna jinên Filistinê de faktora herî bingehîn rêxistinên jinan e

Parêzvana mafê mirovan Mona Musa diyar kir ku bi pêşxistina têkoşîna jinên Filistinê re jin bi xwebawer li dijî cihêkariya zayendperestiya civakê têkoşîn dide meşadin û destnîşan kir ku divê jin beşdarî planên stratejik ên li welat bibin.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Li welatên Rojhilata Navîn bi pêşketina têkoşîna jinê re, berxwedana jinan a li dijî newekheviya zayendî, cihêkarî, rola ku civak ji jinan re daye diyarkirin bi hêz bû. Jin ji hebûna ku rêxistinên mafê jinan diparêzin hêzê digrin û didin diyarkirin ku ne bi tenê ne, derbarê jiyana xwe de biryarên hê ji xwe bawer digrin.

Mona Musa ya li şerîda Xezayê ji bo mafên jinan têdikoşe bal kişand ser guherîna ku jin jiyan dikin û da zanîn ku rêxistinên jinan û komele faktorên bingehîn ên vê guherînê ne.

Rêxistinên jinan di guherînê de kirdeya bingehîn e

Mona Musa bal kişand ku jin bi taybet di hilbijartina pîşeyan de qalibên civakî şikandine û diyar kir ku jin ji fizîkê bigre heyanî aborî, endezyarî û ziraatê di gelek qadan de hebûna wan heye û divê hîn zêdetir piştgiriya jinan were kirin û got: “Li Xeza berê tenê di yek qadê de perwerde dihat dîtin. Gelek malbat li beramberî zarokên xwe yên keç ji bo perwerdeyê temam bikin û pîşe hilbijêrin de dibûn asteng.” Mona Musa da zanîn ku li dijî tundiyê hişmendî hatiye avakirin û got: “Jinan êdî dest bi têkiliyên civakî kirine. Heta êdî rolên wan ên di civakê de ji mafê jiyanek bi ewle bawer dikin û ji bo bûyerên tundîyê vebêjin dest bi eleqederbûna serlêdan û xetên alîkariyê kirine.”

Di qadên civakî de hê hebûna jinan nîne

Mona Musa bal kişand ser hebûna jinan di qada siyasetê de û wiha dom kir: “Hîna temsilkirina jinan negihaye ji sedan 30’ê. Sîstemek ya kota ya bê edalet heye. Ev rewş di çanda civaka zayendperest de kêmaniyeke. Jin mînak di hikumet, konseya jiyanê de û di wezirtiyê de di pozîsyonên giring ên serokatiyê de cih nagrin. Ji bo valetiya di qada siyasî de tejî bikin, divê newekheviya civaka zeyendperestî ji holê bê rakirin. Ji ber dereng mana jinan di qada siyasetê de, bandorê li gelek qadan dike.”

‘Divê jin di nava planên stratejik ên welat de cih bigrin’

Mona Musa destnîşan kir ku divê di nava civakê de li ser newekheviya zayeperestiya civakê  perwerde bê dayîna zarokan û diyar kir ku ji bo van perwerdeyan dikare sûd ji hunerê jî were girtin û wiha got: “Li aliyê din bi navbeynkariya medyayê ji bo komên ciwan ên li zanîngehê xebatên perwerdê werin avakirin. Hakimên ku di saziyên dewletê de û ji bo xebatkaran perwerde were dayîn.  Nêzîkatiyên wan ên derbarê têgîna çanda zayendperestiya civakê bi hevpeymana CEDAW re sînordare. Bi hêzkirina çanda zeyendperestiya civakê, wê îmaja qalib girtî li beramberî jinan were guherîn. Ji bo vê jî divê jin cihê xwe di nava pilanên stratejik ên welat û polîtakayên civakê de  bigirin.”