Di Foruma Ereb de ‘Wekheviya Ewlehiya Xurekê’ hat nîqaşkirin

Li Beyrûdê jinên ku beşdarî Foruma Ereb a Duyemîn ya bi sernavê “Dengek, wekheviya di ewlehiya xurekê” de bûn, bal kişandin ku bi taybetî jinên kêm dikarin xurekê bi dest bixin di ben xetera xurekê de ne.

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd – Ji aliyê Komîsyona Civakê û Aborî ya Asyaya Rojava ya Neteweyên Yekbûyî ve (ESCWA) li paytexta Lubnan, Beyrûdê di bin sernavê “Di ewlehiya xurekê de wekhevî û dengek” duyemîn Foruma Ereb didome. Di rûniştina çaran a roja duyemên a forumê de de li ser polîtîkayên nû yên têkilardarî ewlehiya xurekê nîqaş hatin kirin.

Jinên ku beşdarî forumê bûn, têkildarî ewlehiya xurekê ji ajansa me re nirxandin kirin.

‘Ewlehiya xurekê pirsgirêkeke civakî ye’

Rojnameger Lara Tamash, bal kişand ku di forumê de mijarên girîng hatine rojevê û wiha got: “Foruma yekem têkildarî destekdayîna koma ciwanan bû, ya duyem jî li ser ewlehiya xurekê ya ku li ser welatên cîhanê bandoreke mezin çêkiriye bû. Divê di vê mijarê de em jin û ciwanan bi bîr bînin. Jin derfetên wekhev heq dikin. Weke jinek û rojnamegerek ji aliyê mirovî ve, di bernameyên medyayê û nivîsên xwe de ez pir li ser keda jin û zarokan disekinim. Divê jin bi hêz bin û destûr nedin kes îradeya wan bişkîne. Divê ji bo rakirina astengiyan pir bixebitin.”

‘Wekheviya di ewlehiya xurekê de mijareke nû ye’

Dîrektora rêveber ê Komeleya Criadel Batool Yahfoufî jî diyar kir ku di her warî de li ser wekheviya zayendan dixebite û got: “Nîqaşa li ser mijara wekheviya di ewlehiya xurekê de tişteke nû ye. Bi taybetî ger jinên ku xurek bi dest wan nakeve werin fikirîn, nîqaşa li ser vê mijarê girîngtir dibe.” Batool Yahfoufî, got ku aktivîst û femînîst ligel ronîkirina prisgirêkên jinan divê li ser gihîştina rewşa bi ewle û pêşketina di warê xurekê de jî bixebitin.”

‘Me cerebeyên welatan dît’

Wezîrê berê yê kesên ji cihê xwe bûne Ghada Shreim jî wiha got: “Têkiliya ewlehiya xurekê ya bi wekheviyê re girîng e. Bi taybetî ji ber ku di vî warî de rê li ber rastiya jinan vekiriye girtîngtir bûye. Di forumê de li ser mijara ewlehiya xurekê, maf û derfetên wekhev ji bo hemû kesan nîqaş hatin kirin.”

Li Sultaniya Ummanê Wezîra Pêşxistina Civakê Laila Ahmed Al-Najjar jî got ku bi beşdariya forumê ji gelek welatan hînê tecrubeyê bûye. Laîla Ahmed Al-Najiar bal kişand ku di forumê de ji welatên Ereb gelek pisporan, behsa cudakariya zayendî û zehmetiya ji bo xurekê ya li welatê xwe kirine û wiha domand: “Di vê forumê de mijarên ku hatin nîqaşkirin pir girîng bûn. Di têkiliyên navbera welatên ên di warê hevkarî û tecrubeyê de me dît ku hinek welat dixwazin di warê ewlehiya xurekê de zehmetiya derbas bikin. Bi beşdariya jinan di hemû sektoran, bername û hewldanan, ev forum ji bo welatên ku beşdar bûne bû tecrubeyek dewlemend.”