Di êrişên li ser Dêrazorê de jinek jiyana xwe ji dest da

Jinek ku di êrişa hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên girêdayî wê de li ser Dêrazorê bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî vê sibehê bajarokên Ebû Hemam, Kişkiye û derdora bajarê Bisêra yê rojhilatê kantona Dêrazorê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriye topbaran kirin.

Li gor nûçeya ANHA’yê hate diyarkirin ku jina bi navê Resmiya Salih El Îd a 40 salî ku di êrişa îro ya li ser bajarokê Ebû Hemamê de bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Di êriş û komkujiyên komên bi çek ji sibeha 7’ê tebaxê heta niha li dijî kantoa Dêrezarê dayî destpêkirin 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 26 kes jî birîndar bûn.