Di êrîşên li Xezayê de bi dehan sivîl hatin qetilkirin

Di bombebaranên li herêmên cuda yên Zîvala Xezayê de zêdetirî bîst kes hatin kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûn. Di heman demê de “Fîloya Berxwedana Cîhanî” ya ku ber bi Xezayê ve ket rê rastî êrîşê hat û têkiliyên wê yên teknîkî hatin birîn.

Navenda Nûçeyan – Li Xezayê bi şerê ku didome re, sivîl her roj bi bombebaran, koçberiya ku her her dem dubare dibe, birçîbûn û kêmxwariniyê re rûbirû dimînin. Tevî bangên ji qada navneteweyî yên ji bo rawestandina şer û dayîna destura ji bo ketina alîkariyan jî êrîş û dorpêç didomin.

Hêzên Îsraîl vê sibehê li dijî sivîlên li nêzî Bazara Firas a li Xezayê komkujiyek kirin û li bajar cihên nû hilweşandin. Di çarçoveya plana ji bo valakirina Xezayê de, her roj êrîşên bi bomba û bejahî çêdibin. Di van êrîşan de herî dawî vê sibehê 20 kesên ku di navbera wan de zarok jî hebûn hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Êrîşên li ser sivîlan bênavber didomin

Îro her wiha li taxa Sabra ya dikeve başûrê bajarê Xezayê, li dijî malek êrîşa hewayî çêbû, pênc kes hatin kuştin. Di encama êrîşeke din a li dijî maleke li ser kolana Sahabe de du kes hatin kuştin, çend kes jî birîndar bûn. Di bombebarana li derdora Bazara Yermûkê de gelek kes hatin kuştin. Bi taybetî li di serî de herêmên rojavayê Xezayê, gelek taxên bajar, şeva din û vê sibehê rastî êrîşên hewayî hatin.

Beşdarên “Fîloya Berxwedanê” ragihandin ku şeva din, dema li keviyên Yunanê bûne balafirên bêmirov di ser de wan firiyane û dengê teqînan bihîstine û wiha hat gotin: “Gelek balafirên bêmirov tiştên ku diyar nebûn çi ne barandin, vê yekê jî bû sedema birandina têkiliyên teknîkî. Ji hinek qeyîkan dengê teqînê hat. Em bi operasyonên derûnî re rûbirû ne lê em ne ditirsin ne jî dest ji armanca xwe berdidin.”

‘Çekên me tune ne em tenê alîkariya mirovî dikin’

Aktivîsta mafên mirovan a Elman Yasmîn Akar jî da zanîn ku pênc qeyîkên di fîloyê de rastî êrîşê hatine. Di vîdyoyek xwe ya ji ser hesabê Instagramê de wiha got: “Çekên me tune ne û tiştek me yê ku xeter were dîtin jî tune ye. Tişta em dikin tenê alîkariya mirovî ye.”

Li aliyê din komîn parastina sivîl diyar kir ku 450 kes koçberî beşa navîn û başûrê Xezayê bûne, li gorî daneyên fermî yên rayedarên Filistînê nêzî milyonek kes hê jî li bajarê Xezayê û aliyê bakur dimînin.

Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha, ji ber şerê di navbera hêzên Îsraîlê û Hemasê de 65 hezar û 382 kes hatine kuştin, hejmara birîndar jî bûye 167 hezar. Ev hejmar ên daneyên Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê ne.

Ji deh hezarî zêdetir zarok pêdiviya wan bi dermankirinê heye

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) duh bi daxuyaniyek diyar kir ku li Xezayê ji deh hezarî zêdetir zarokên ku pêdiviya wan bi dermankirinê heye dimînin. Berdevkê UNICEF’ê,  got ku koçberkirina bi zorê ya malbatan ji bajarê Xezayê, ji bo zarokên ku bê parastin in xetera mirinê ye û hişyarî kir ku her biçe ji ber kêmxwariniyê dê rewşa zarokan xirabtir bibe.

Berdevk diyar kir ku niha 26 hezar zarok ji ber kêmxwariniyê nexweş in û pêdiviya wan bi dermnakirinê heye, ji wan ji deh hezarî zêdetir, li bajarê Xezayê ne. Her wiha hat diyarkirin ku di kontrolên meha Tebaxê de, ji heşt zarokan yek ji ber kêmxwariniyê nexweş e, ev rêjeya herî zêde ya heta îro hatiye qeydkirin e.

Navendên xwarinê hatin valakirin

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku navendên xwarinê yên li Xezayê vê hefteyê ji ber fermanên valakirinê û zêdebûna operasyonên leşkerî ji neçarî hatine girtin. UNICEF’ê gi gotinên; “Ji ber şerê ku ji 700 rojan zêdetir e didome, nîv milyon zarok travmayê dijîn, tevî vê jî ji wan tê xwestin ji bajar derbikevin ev jî tê wateya ji dojehek çûyîna ber bi dojeheke din ve” bal kişand ser rewşa ku zarok tê de dijîn.

Ji 14’ê Tebaxê ve heta niha nêzî 150 hezar kes ji Xezayê ber bi başûr ve reviyan, li nava bajar û derdora wê jî ji ber êrîşan gel her dem neçar dimîne cihê xwe biguherîne.