Di êrişên li ser Nexweşxaneya Kamal Adwan de gelek kes mirin û birîndar bûn

Şerê ku li Zîvala Xezayê her diçe dijwartir dibe, bi xwe re felaketên mezin tîne. Di êrişên dawî de bi hedefgirtina malan re gelek kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Xeza – Nexweşxaneya Kamal Adwan, tevî ku li Zîvala Xezayê tenê maye jî çend car in ji aliyê hêzên Îsraîlê ve rastî êrişan tê. Personelên tendirustiyê, nexweş û refeqetvan bi zorê hatin derxistin, gelek kes hatin girtin û wan birin cihên nayên zanîn.

Hêzên Îsraîlê 6’ê Kanûnê di saetên sibehê de Nexweşxaneya Kamal Adwan a li bajarê Beyt Lahiya ku dikeve bakurê Xezayê û malên derdora wê hedef girtin. Di êrişê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên herêmî, ji ber êrişên ku didomin û dorpêça zêde, komên rizgarkirinê nikarin xwe bigihîjînin cenazeyên di bin xirbeyên malan de mane.

Tehliyekirina bi zorê ya li Nexweşxaneya Kamal Adwan

Hêzên Îsraîlê bi tevgereke ku zagonên navneteweyî binpê dikin, derdora Nexweşxaneya Kamal Adwan a li herêmê, navenda tibê ya sereke ye, xistin dorpêçê, personelên tendirustiyê, nexweş û refeqetvanan bi zorê derxistin. Hêzên Îsraîlê bi çekên giran li ser kesên ku li nexweşxaneyê bûn lêgerîn kirin û hinek kesên sivîl girtin birin cihên nediyar. Nexwexaneya Kamal Adwan çend carên din jî bûbû hedefa êrişan û operasyonê li dijî wê hatibû lidarxistin.

Nexweşxane ji ber ku li bakurê Xezayê yekem cihê tendirustiyê ye, êrişa li ser pêk hat, rewşa li Zîvala Xezayê xirabtir kir. Valakirina nexweşxaneyê bi awayê kêfî, bû sedem ku bi dehan nexweş neyên dermankirin, kesên nû birîndar bûn jî nikarin derman bibin.

Li Beyt Lahiya rûxandin û texrîbat

Ji ber ku hêzên Îsraîlê malên li Beyt Lahiya bi hewa xistin û bi temamî hilweşandin, êriş tenê bi hewayê bi sînor neman. Ji ber ku her dem avahî tên rûxandin, binesazî texrîb bûye û her diçe zehmetiyên şêniyên herêmê dijwartir dibin. Ligel rûxandinê bombebarana bi topavêj û avêtina guleyan, rewşa herêmê felc kir.

Şêniyên herêmî diyar kirin ku armanca hêzên Îsraîlê ew e ku bajar tune bikin û gel ji cih û warê xwe koçber bike. Bi taybetî piştî ku bombebarana li herêmê dijwar bû, bi sedan malbat ji ber tirsa êrişan ji cihê xwe derketin.

Tevî felaketa mezin jî bertekên navneteweyî pir kêm in

Ligel dîmenên felaketê jî bertekên navneteweyî tenê bi şermezarkirinê bi sînor man. Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan, diyar kirin ku ji ber şerê li bakurê Zîvala Xezayê zêde dibe “fikarên mezin” bi wan re çêbûne. Van bertekên ku êdî ji rêzê ne, bi kêrî tiştek nehatin û bû sedema berteka sivîlên ku dibêjin bi hêzên Îsraîlê re “hevkarên sûc” in.

 Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO), bal kişand ku ji dema ku operasyona leşkerî li bakurê Xezayê dest pê kiriye ve heta niha, êriş li ser Nexweşaneya Kamal Adwan didomin û da zanîn ku ev yek binpêkriina mafên mirovî ye. Her wiha hişyarî kir ku ger êrişên li ser saziyên tendirustiyê bidomin dê felaketeke tendirustiyê bi xwe re bîne.

Ji Xezayê feryad û fîxan bilind dibe

Ji ber zêdebûna êrişên leşkerî li bakurê Xezayê, gel bi tunebûna xurek, av û cereyanê re rûbirû maye. Ev yek jî nîşaneya hilweşîna tam e. Bi rûxandina bi hezaran malan û koçberkirina malbatan re, tenê stargeh mane lê li wan deran hemû pêdiviyên bingehên ên jiyanê tune ne.

Tiştên li Beyt Lahiya diqewimin, lekeyek reş a li eniya mirovahiyê ye. Xeza ji bo alîkariyê diqîre, feryad û fîxan dike. Divê hemû cîhan, ji bo dawîanîna li vê felaketê û şîdeta ku her tişt bi xwe re tune dike bigre; bi lezgînî bikeve tevgerê.