Di êrîşên li dijî Xezayê de herî kêm 32 kes hatin qetilkirin

Di êrîşên Îsraî li dijî Zîvala Xezayê de di 24 saetê dawî de harî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de hate xerakirin, şer û pevçûn dîsa dest pê kirin. Di encama êrişên Îsraîlê yên şeva din li dijî Zîvala Xeza de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di encama êrîşa li dijî bajarê Xan Yunusê ya li başûrê Xezeyê de yek ji rayedarên  payebilind ên Hamasê Salah El Bardaweeel, hevjîn û zarokê wî jî hatine qetilkirin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ji 18’ê Adarê roja xerabûna agirbestê heta niha di êrişên Îsraîlê de herî kêm 634 Filistînî hatine qetilkirin û hezar û 172 kes jî birîndar bûne.