Di êrişên ku Îsraîlê 4 rehîne rizgar kirin de 210 Filistinî hatin kuştin

Di operasyona hemwext a artêşa Îsraîlê ya li herêmên cuda yên kampa koçberan a Nusayratê hat ragihand ku 4 rehîneyên Îsraîlê hatine rizgarkirin. Hat eşkerekirin ku di êrişên li heman herêman de 210 Filistînî hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha dest pê kirine, berdewam dikin. Artêşa Îsraîlê, duh jî li herêmên cuda yên kampa koçberan a Nusayratê ku li beşa navendî ya Zîvala Xezayê ye, hemwext ji hewa û bejayî vê êriş pêk anî. Hat diyarkirin ku di êrişên mijara gotinê de nêzî 210 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Rayedarên Filistînê dan zanîn ku di nava kesên ku di êrişan de hatine qetilkirin de jin û zarok jî hene.

Bang li BMGK hat kirin

Li gorî agahiyan di êrişan de kesên birîndar bûne rakirine nexweşxaneya Şehîdên Aksayê ya li bajarê Deyr el Belah. Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê di daxuyaniya li ser hesabê medyaya dîjîtal de wiha got: “Bi dehan birîndar li erdê ne û tîmên tendirustiyê, bi derfetên kêm ên tibî hewl didin wan rizgar bikin.” Di berdewamiya daxuyaniyê de ji bo Îsraîl dawî li van sûcên ku dike bîne bang li Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (BMGK), saziyên aştiyê yên navneteweyî hat kirin ku berpirsyariya dikeve ser milên xwe bi cih bînin. 

‘Nûçeyên qetlîamê em xistin xofê’

Dîplomatê asta jor a Yekitiya Ewropayê Josep Borell di daxuyaniya xwe de qetilkirina bi dehan Filistîniyên di operasyonê de bi tundî şermezar kir. Josep Borrell got ku serbestberdana rehîneyan bi kêfxweşî pêşwazî kiriye lê belê ji ber nûçeyên din ên komkujiyê ketine nava xofê.   

4 rehîneyên Îsraîlî hatin rizgarkirin

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya nivîskî ya dayî de ragihand ku piştî operasyona li herêma Nuseyratê 4 rehîneyên Îsraîlî ku Hamasê di 7’ê Cotmehê de wan ravandibûn rizgar kirine, da zanîn ku operasyon bi hevkariya Yekîneyên Ewlehiya Îsraîlê û Polîsên Îsraîl hatiye meşandin. Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî anî ziman ku erk xwe dispêre îstîxbaretek ‘teqez’ û rehîne ji du avahiyên cuda yên Nuseyratê hatine rizgarkirin Noa Argamani, Almog Meir Jan, Andri Kozlov û Shlomi Ziv ku di operasyonê de hatin rizgarkirin, rewşa wan a tendirustiyê baş e û ji bo muayeneyên tibî wan şandibe navenda tibê ya Tel- HaShomer ya Shebayê.

Binyamin Netanyahu: Em ranawestin

Serokê Îsraîlê Binyamin Netanyahu di daxuyaniya xwe de spasiya tîma wezîrê Parastinê Yoav Gallant, Serfermanderiya Giştî Herzi Halevi, Teşkîlata Îstîxbarata hundirîn, serokê Şin-Bet Ronen Bar ku di operasyona li kampa koçberan a Nusayratê ku li navenda beşa Zîvala Xezayê ye kir û got: “Di pêşerojê de em ê pêkanîna vê biryarê berdewam bikin. Hemû mirovên ku erkên wan temam bûne û hatine windakirin (esîrên Îsraîlê li Xezayê) heta zindî yan mirî venegerin malên xwe em ê ranewestin.”