Di êrîşên dewleta Tirk de 4 welatî hatin qetilkirin

Di encama êrîşa dewleta Tirk a li dijî konvoya welatiyan a ber bi Bendava Tişrînê ve diçû, 3 welatî hatin qetilkirin. Her wiha di encama êrîşa ku li qada pîşesaziya erebeyan ya li Sirînê kir hedef de kesek jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Bi hezaran welatiyên kantonên Tebqa, Reqa û Cizîrê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û piştgiriya QSD’ê danê sibehê ber bi Bendava Tişrîn a Kantona Minbicê ve ketin rê.

Konvoya ku welatiyên tê de bûn bi balafireke bêmirov a dewleta Tirk hate hedefgirtin. Di êrîşê de 3 welatî jiyana xwe ji dest dan û 15 welatî jî birîndar bûn. hat ragihandin ku rewşa hinek birîndaran giran e.

Navê birîndaran wiha ye: “Diyar Mîhemed Hecî, Mîhemed Mîstefa Heqîl, Hisên Salim Silêman, Mistefa Mehmûd Yûsif, Arif Elî Ehmed, Mîhemed Enter Beko, Delîl Ebdela Mîhemed, Aldar Ebd, Elezîz Îbrahîm, Şeyda, Necîb Berkel, Mesûd Fetah Eqîl, Mîhemed Osman Daban, Mehmûd, Hesen Şahîn, Feyha Elî, Îbrahîm Xelîl Salih.”

Hat diyarkirin ku navê 3 welatiyên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane wê piştre bi raya giştî re were parvekirin. 

Li Sirînê jî welatiyek hat qetilkirin

Her wiha dewleta Tirk bi SÎHA êrîş bir ser qada pîşesaziya erebeyan ya li bajarê Sirîn ê Kantona Firatê. Di êrîşê de 5 karmend birîndar bûn û welatiyê bi navê Xidir Mistefa Ebdo jî hat qetilkirin.