Di êrîşên dewleta Tirk de 1 milyar dolar zirar çêbû

Ji ber êrîşên dewleta Tirk 1 milyar dolar zirar li binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbû.

Navenda Nûçeyan- Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ziyaneke mezin rû da. Di encama êrîşa ku di navbera 5-11’ê Cotmehê de pêk hat de 47 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 59 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Rêveberiya Qada Petrolê ya Rimêlanê der barê herêmên ku ji ber êrîşan zirar dîtine raporek parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku zêdetirî 1 milyar dolar zirar çêbûye. Rêveberê Sehaya Neftê ya Rimêlanê (Navenda) Ehmed Îbrahîm diyar kir ku hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi durûtî tevdigerin.

Ehmed Îbrahîm diyar kir ku bi saya alavên di embaran de ji bo rewşên lezgîn wan di demeke kin de hinek cihên ku ji xizmetê derketine karîbûn temîr bikin û got ku cihên din jî di bin temîrê de ne.