Di êrişên dawî yên Îsraîlê de herî kêm 12 Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser malên li deverên cuda yên Şerîda Xezayê gelek Filistîniyên ku piraniya wan zarok in jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrişên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê bênavber berdewam dikin. Hat diyarkirin ku di bin xirbeyên maleke malbata Aşur a li taxa Ed-Derac a bajarê Xezayê, ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hatiye hedefgirtin de, cenazeyên 8 kesan ku piraniya wan zarok in, hatine dîtin. Her wiha di encama bombebarana balafirên şer ên Îsraîlê li ser maleke malbata Abu Alba, Filistîniyek jiyana xwe ji dest da û gelek birîndar jî ji bin xirbeyên malê hatin xilaskirin. Di daxuyaniyê de hat parvekirin ku li Taxa Şêx Ridvan di bin xirbeyên maleke hilweşiyayî de lêgerîna kesên winda berdewam dike.

Rasterast bûn hedef

Li aliyê din li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin dayîn, balafirên şer ên Îsraîlê maleke li Kampa Penaberan a Cibaliya hedef girt. Di êrişê de kesek jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Di êrişên balafirên şer ên Îsraîlê de li bajarê Refahê ku dikeve başûrê Xezayê, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Her wiha hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê rasterast konên ku koçber lê diman gulebaran kirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihandibû ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrişên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê de 37 hezar û 124 Filistîniyên ku herî kêm 15 hezar û 517 jê zarok û 10 hezar û 279 jî jin in hatine qetilkirin û 84 hezar û 712 kes jî birîndar bûne.