Di êrişên Îsraîlê yên tevahiya şevê de 21 Filistînî hatin kuştin

Îsraîlê şevê din gelek cihên Xan Yunus û Xezayê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 21 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Wezareta tendirustiyê ya Lubnanê ragihand ku hejmara kesên di êrişên li ser Lubnanê de jiyana xwe ji dest dane bû 547.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê yên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve dest pê kiriye di roja 312’an de ye. Ajansa fermî ya Filistîn WAFA’yê ragihand ku artêşa Îsraîlê tevahî şevê êrişî herêmên cuda yên Zîvala Xezayê kir. Di encama van êrişan de herî kêm 21 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan.

Li Xan Yunis êrişî malan hat kirin

Li bajarê Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezayê di encama êrişa Îsraîl li ser malekê de herî kêm 4 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan, hata zanîn di guleberana sekvanî ya li bajarokê Benî Suheyla ya li rojavayê Xan Yûnis de 2 hemwelatiyan jiyana xwe ji dan.

Li gorî nûçeya WAFA’yê; di êrişên li dijî taxa Tel Sultan a li bajarê Refahê ya başûrê Xezayê pêk hat de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek zêde kes birîndar bûn.

Carek din li dijî avahiya aîdî malbata Ebu Neda ya li Kampa koçberan a Nusayrat êriş hat pêkanîn, di êrişa hawayî di mala ku hilweşiya de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde kes birîndar bûn.

Di êrişa li dijî malek li kampa koçberan a Megazî ya ku li beşa nevanda Xezayê cih digre de 3 Filistînî jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde kes jî birîndar bû. Hat ragihandin ku li herêma Beyt Lahiye ku li bakûrê Xezayê cih digre di encama hedefgirtina malekê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane jin û zarokin

Ji aliyê artêşa Îsraîlê ve taza Zeytûn û Sabra ya li bajarê Xezayê hat gulebarankirin. Agahiyên ku di êrişan de piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in hat parvekirin.

Di êrişên Îsraîlê de ji dîroka 7’ê Cotmehê heta niha li ser Zîvala Xezayê herî kêm 16 hezar 314 zarok, 10 hezar û 980 jin di nav de 39 hezar û 929 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, 92 hezar û 240 kes birîndar bûn. Hê jî di bin xirbeyan de bi hezaran cenaze hene.

Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de li Lubnanê jiyana xwe ji dest dan bû 547

Wezareta Tendirustiyê ya Lubnanê rapora der barê rojekê piştî destpêkirina şerê li Xezayê di roja 8’ê Cotmeha 2023’an de heta niha şerê di navbera başûrê Lubnanê û bakurê Îsraîlê yê sînor de eşkere kir.

Li nexweşxaneyê li gorî agahiyên heta 13’ê Tebaxê hat bidestxistin, di êrişên Îsraîlê de hejmara mirî û birîndaran weke 2.312 hat tesbîtkirin. Hat diyarkirin ku 547 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji birîndaran 641 jê neçar mane rakin nexweşxaneyan.

Wezaretê da zanîn ku bi giştî ji sedî 84’ê mirî û birîndaran mêrin û ji sedî 93’ê jî welatiyên Lubnanê ne, ji sedan 54’ê jî di navbera temenê 25 û 44 salî de ne.

Wezaretê ve hate destnîşan kirin ku ji sedan 43’ê birîndaran ji ber bomebarana Îsraîle travmayê dijîn, ji sedî 32’ê ji ber teqînan û ji sedî 15 jî ji ber berhemên kîmyewî birîndar bûne. Wezaretê di daxuyaniya xwe de cudabûna sivîl û şervanan nekir.

Wezaretê hejmara Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) bi bîr xist û da zanîn ku hejmara kesên ji 8’ê Cotmehê heta niha ji herêmên sînor ji cihên xwebûne 102 hezar û 523’ê ne.

Li gorî hejmartina herî dawî ya ji aliyê L'Orient-Le Jour ya Lubnanî ve, ji 8’ê Cotmeha 2023’an heta nih 367 Lubnanê di nav de li Lubnan û Sûriye 409 şervanên Hîzbullah jiyana xwe ji dest dane.