Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 435 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê nêzî 9 meh in li ser Lubnanê berdevam dike de 435 kesan jiyana xwe ji dest dan, 92 hezar û 228 kes jî koçber bûn.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê derbarê êrîşên Îsraîlê yên ji 8’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Lubnanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê de 435 kesan jiyana xwe ji dest dane, hejmara kesên koç kirine jî gihîştiye 92 hezar û 228 kesan.

Êrîşên artêşa Îsraîlê û Hizbullahê yên li başûrê Lubnanê û bakurê Îsraîlê didomin. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê, Îsraîlê herêma Metal el-Cebel a li bajarokê El-Hyam ê Lubnanê bi bombeyên fosforî hedef girt û bi balafirên şer li gelek noqteyên başûr xistin. Di êrîşan de xisar gihîştiye cihên nîştecihê.