Di êrîşên Îsraîlê yê bi ser Lubnanê de 466 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê welat de heta niha herî kêm 466 kes mirin û zêdetirî 1400 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê der barê şer û pevçûnên di navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de ku zêdetirî 9 meh in didomin, nirxandinên dawî kir.

Li gorî rapora ku agahiyên xwe dispêre daxuyaniyên nexweşxaneyan yên heta 9’ê Tîrmehê, ji 8'ê Cotmeha 2023'yan û vir ve di pevçûnan de 466 kes mirine, 1433 kes jî birîndar bûne. 507 kes ên birîndar rakirin nexweşxaneyê. 

Rojnameya Lubnanê L'Orient-Le Jour jî roja Pêncşemê da xuyakirin ku di şerê li Lubnanê de 488 kes hatine kuştin û 75 ji wan sivîl in.