Di êrişên Îsraîlê de 43 hezar û 259 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ku ji 7’ê Cotmeha 2023'yan ve didomin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 43 hezar û 259.
Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê bi daxuyaniyekê der barê êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de agahiyan da.
Li gorî wê; di 24 saetên dawî de Îsraîlê li herêmên cuda yên Zîvala Xezayê “3 komkujî” kirine, 55 kesan jiyana xwe ji dest dane, 186 kes jî birîndar bûne. Di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha li Zîvala Xezayê didomin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 43 hezar û 259, a birîndaran jî bûye 101 hezar û 827.
Di daxuyaniyê de bi dubarehî hat gotin ku hê jî di bin xirbeyan û li devê riyan cenaze hene lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlê komên tendirustiyê û peywirdarên parastina sivîl nikarin bigihîjin cenazeyan.