Di êrîşên Îsraîlê de 2 rojnamegerên jin jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşên Îsraîlê yên li Şerîda Xezayê de rojnamegerên jin Ula Atallah û Dua el-Cebbur jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Di daxuyaniya nivîskî ya li ofîsa çapemeniyê ya hikumetê li Xezayê hat dayîn de hat diyarkirin ku du rojnamegeran di êrîşa balafirên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ula Atallah li Xezayê di êrîşa balafirên şer de li daxa Ed-Derc jiyana xwe ji dest daye.

Bi hevjîn û zarokên xwe re jiyana xwe ji dest da

Li aliyê din daxuyaniya ku ji aliyê Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li bajarê Xan Yunus rojnameger Dua el-Cebbur bi hevjîn û zarokên xwe re jiyana xwe ji dest da.

Alîkarê Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê Omer Nezzal, ragihand ku Dua el-Cebbur di medyaya herêmê "Tora Çavên Medyayê” de peywirdar bûye.