Di êrîşên Îsraîlê de 10 hezar û 22 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiye ya Filistine de hat ragihandin ku li Xezayê di nav de 4 hezar û 104 zarok, 2 hezar û 641 jin, 10 hezar û 22 kesan jiyana xwe ji dest dane.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/11/20231106-20231106-israil-filistin-savasi-700x420-jpgbdf560-image-jpgbe05b7-image.jpg)
Navenda Nûçeyan - Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref El-Kudra li Xezayê di civîna çapemeniyê ya ku li Nexweşxaneya Şîfayê li dar xist de der barê kuştî û birîndarên di encama êrîşên Îsraîlê de agahî da. Eşref Al Kudra ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de di nav de 4 hezar û 104 zarok û 2 hezar û 641 jin bi giştî 10 hezar û 22 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Zêdetirî 1 mîlyon mirov koçber bûn
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Filistînê Îyad El-Bezm jî ragihand ku ji destpêka êrîşên Îsraîlê heta niha zêdetirî 1 milyon û 600 hezar Filistînî ji cih û warên xwe bûne.