Di êrişa şeva din a Îsraîlê de bi dehan Filistînî hatin qetilkirin

Êrişên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve heta niha bênavber berdewam dikin. Hat ragihandin ku di êrişên ku Îsraîlê yên şeva din de piranî jin û zarok, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê di roja 228’an de berdewam dikin. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistîn WEFA’yê; di êrişa hewayî ya li dijî malbata Kehlut a li herêma bakurê Beyt Lahiya de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî birîndar bûn. Malên malbata Ebu Tayr û Ebu Amir yên li başûrê bajarê Xan Yunus hatin hedefgirtin. Di êrişan de kesek jiyana xwe ji dest da û çend kes jî birîndar bûn.  

Balafirên Îsraîlê li ser gelek sivîlên li ser sînorê Misri-Xezayê bombe barandin

Di heman demê de hat diyarkirin ku balafirên Îsraîlê komek Filistîniyên li pişt Komeleya Astengdaran a li sînorê Misir-Xezayê hedef girtiye. Hat zanîn ku di van êrîşan de hejmarek zêde kes birîndar bûne, tîmên parastina sivîlan mudaxeleyî birîndaran kirine. Di encama bombarana bakûrê kampa koçberan ya Bureyc ku di beşa navendî ya Xezayê de cih digre bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê di daxuyaniya ku duh dabû de, ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve heta niha herî kêm 15 hezar û 103 zarok, 9 hezar û 849 jin jî di nav de 35 hezar û 562 Filistînî hatine qetilkirin, 79 hezar 652 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hê bi hezaran cenaze di bin xirbeyan de hene, saziyên civakî yên ku gel xwe spart wan jî hatine hedefgirtin.