Di êrişa li ser Minbicê de 2 kes hatin qetilkirin
Di êrişa li ser gundê El Bû Zaxê de Zehra Elî El Ceban a 23 salî û birayê wê Ehmed jiyana xwe ji dest dan.
Minbic – Çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi çekên giran gundên El Bû Zaxê û Ewseclî yên rojavayê kantona Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin. Di êrîşê de gelek xanî hatin bombekirin. Di encama bombebaranê de gelek xanî hilweşiyan.
Di êrîşa li ser gundê El Bû Zaxê de jina bi navê Zehra Elî El Ceban (23) û birayê wê Ehmed jiyana xwe ji dest dan.
Di êrîşên danê nîvro yên li gundê Faratê de jina bi navê Nedîma El Hisên El Hemûd (45) jiyana xwe ji dest da û welatiya bi navê Seîda El Ferec (45) jî bi giranî birîndar bû.