Di êrişa li ser Lûbnanê de 2 jê zarok 10 kes jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê ên li dijî Lûbnanê de 2 ji wan zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Hat diyar kirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî başûrê Lûbnanê de 2 ji wan zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 ke jî birîndar bûne.

Ajansa fermî ya Lûbnanê NNA’yê ragihand ku kargeheke çîmentoyê li devera pîşesazî ya derdora bajarokê Kefur Şîmalî ya parêzgeha Nebatiye hatiye hedef girtin. Navenda Operasyona Lezgîn a Tendirûstiya Gel a girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya Lûbnanê ragihand ku di encama êrîşê de 10 kes jiyana xwe ji dest dane ku di nav wan de dayik û 2 zarok hene. Her wiha 5 kes jî birîndar bûne ku rewşa 2 ji wan giran e.

Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat îdiakirin ku depoyên çekan ên Hîzbullahê yên ku Îranê piştgirîya wî dike hedef girtine.