Di êrişa li Dêrezorê de zarokek jiyana xwe ji dest da

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrîşa duh a li bajarokê Dîbanê yê li rojhilatê Dêrazorê de zarokek bi guleyên bermahiyên rejîma berê û ‘Dîfa El Wetenî’ jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê êrişên çeteyên bermahiyên rejîma berî ya Dîfa El Watanî li dijî bajarokê Zîbanê yê li li Rojhilatê Dêrezorê de daxuyaniyek parve kir.

Zarokek jiyana xwe ji dest da

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Duh (Duşem 20 Çile) dema ku endamên ji bermahiyên rejîma berê û Dîfa El Wetenî hewl dan li bajarokê Zîbanê yê rojhilatê Dêrazorê tevliheviyê derxin, zarokê bi navê Ehmed Mihemed El Îzedîn El Şilaş bi guleyên wan ên bê serûber jiyana xwe ji dest da.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî û sebirê ji malbata zarok re dixwazin. Em bang li şêniyan dikin ku sebeb çi dibe bila bibe guleyan neteqînin û di belavkirina ewlehiya herêmê de bibin alîkar.”

Daxuyaniya QSD’ê

Her wiha Navenda Ragihandinê ya QSD’ê duh der barê bûyerên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê daxuyaniyek weşandibû û wiha got: “Şaneyên ji bermahiyên rejîma Baasê û milîsên Dîfa El Wetenî kiryarên xwe yên talaniyê li bajarokên Zîban û Teyanê yên rojhilatê Dêrazorê dewam kirin. Milîsan rêya sereke girtin û êrişî baregehên ewlehî û saziyên xizmetguzariyê kirin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên QSDˋê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî wê xebatên xwe yên hevbeş bidomînin û bi rêbazên guncaw dan û standinê bikin û derfetê nedin şaneyên DAIŞˋê tev bigerin.