Di êrişa Hûsiyan de zarokek hate qetilkirin
Li Yemenê şerê navxweyî yê di navbera hikûmet û komên Hûsiyan de berdewam dike. Di êrişa duh ya komên Hûsiyan de zarokek hate qetilkirin û jinek jî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan- Ev 10 sal in şerê navxweyî ya li Yemenê di navbera Hûsiyan û hêzên hikûmetê de didome. Ji ber êrişan mafê jin û zarokan tê binpêkirin û bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest didin.
Êrîşên komên Hûsiyan dîsa bû sedema mirina bi hezaran welatiyên ku piraniya wan jin û zarok in. Di êrîşa dawî ya ya komên Hûsiyan de zarokekê jiyana xwe ji dest da û jinek jî birîndar bû. Duh hat ragihandin ku ji ber guleya hewanê ya li gundê El- Heyma ya Yemenê zarokek jiyana xwe ji dest da û jinek birîndar bû. Çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku navê zaroka ku jiyana xwe ji dest daye Şeyma Mihemed û navê jina birnîdar Emîna Hisên Îsmaîl Cellûm e û ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya El-Xewxa.