Di êrîşa dewleta Tirk ya dagirker de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan
Êrîşên dewleta Tirk ya ku şevê din li ser bajarên Kurdistanê dabûn destpêkirin de, iro jî berdewam kir. Di êrîşan de yek jê rojnamevan, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û nexweşxaneyek wêran bû.

Navenda Nûçeyan – Piştî êrîşên şevê din ya balafirên şer yê dewleta Tirk a dagiker, vê siharê Girê Miştenur yê li Kobanê cardin hat bombarankirin. Di van êrîşan de nexweşxaneya Covid bi temamî hilweşiya.
Êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser herêmên Dêrik, Kobanê, Zirgan, û Şehba ya Bakûr Rojhilatê Sûriye û li Qendil a Başûrê Kurdistanê ku şevê din destpê kiribû, iro jî berdewam kir.
Li Dêrikê 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa li dijî Dêrikê rojnameger Îslam Ebdullah jî di navde 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birindar bûn, hat zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane kesên ku di dema êrîşa yekem de bi hawara birindaran ve çûyî bûn.
Li Zirganê 3 kes jiyana xwe ji dest dan
Dewleta Tirk gundê Til Hermel a li bakurê Zirganê û gundê Dehir El ereb a li bakur û rojhilatê Zirganê jî bombebaran kir. Di bomberdumanê de 3 kes hat qetilkirin, 3 kes jî birîndar bûn.
Di heman êrişê de 3 leşkerên hikumeta jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Rojnamegerek hat qetilkirin û rojamevanek jî birîndar bû
Di êrîşan de Nuçegihanê Ajansa ANHA’yê Îslam Ebdullah hate qetilkirin û Nuçegihanê Stêrk TV Mihemed Ceradê jî di navde gelek kes birindar bûn.
Leşkerên Sûriyê jî hatin kuştin
Di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê li ser gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya Kantona Efrînê de, 10 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan û 5 jî birîndar bûn.
Nuqteya kontrolê ya hêzên hikûmeta Şamê ya li gundê Qizelî yê rojavayê Girê Spî bû hedefa bombeyan. Di êrîşê de leşkerekî hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Liv û tevgera balafirên keşfê yên çekdar ên dewleta Tirk (SÎHA) û balafirên şer ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.