Di êrişa dewleta Tirk de zarokek birîndar bû

Di encama êrişa dewleta Tirk a li dijî gundên Toxar û Ewn Dadatê ên Minbicê de yek jê zarok bi giştî 2 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Di encama êrişa li dijî gundên Toxar û Ewn Dadatê ên Minbicê de yek jê zarok bi giştî 2 kes birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter duh 31’ê Cotmehê bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî Toxarê yê li bakurê Minbicê kirin. Bi awayeke hemwext gundê Ewn Dadatê jî bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de yek jê zarok bi giştî 2 kes birîndar bûn.”