Di êrişa dewleta Tirk de 3 jin birîndar bûn
Di êrişa balafirên bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk li ser kargeha Zozan a li Dêrikê de 3 jin birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Balafirên bê mirov û bi çek a dewleta Tirk îro 2 caran kargeha mast û penêr a bi navê Zozan li bajarê Dêrikê a Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de yek jê bi giranî, 3 jin birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyan. Her wiha zirarî madî jî çêbûn.