Di êrişa dewleta Tirk de 2 zarok birîndar bûn
Ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yê li ser Şehbayê 2 jê zarok 4 welatî birîndar bûn.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/12/20241201-bfc9ab54-f417-46c5-9471-5abc0e937e4a-jfiff5e03c-image.jpg)
Şehba – Çeteyên dewleta Tirk ji danê siharê ve êrişî Kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.
Gundên Kiştear, Malikiyê, Merenaz, Tat Meraş, Tinib û Şewarxe yên li ser bi bajarê Şerayê yê kantona Efrîn-Şehbayê ve tên topbarankirin. Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), Hêzên Parastina Cewherî û gelê Efrînê yên ji ber dagirkeriyê koçî Şehbayê bûne bersiva êrişan didin. Li gundên Şewarxe û Malikiyê şerekî giran rû dide.
Di topbarana dewleta Tirk de yek jê zarokek 2 salî 4 welatî birîndar bûn. Navê birîndaran wiha ye: Xidir Mehlî ya 2 salî, Zeyneb Mirad a 3 salî, Mehlî El Mihlî yê 44 salî û Gunco Remo yê 62 salî.