Di êrîşa dewleta Tirk de 2 jê zarok 12 kes hatin qetilkirin

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bilançoya êrişên dewleta Tirk eşkere kir û diyarkir ku dewleta Tirk 42 navendên xizmetguzariyê bombebaran kir û di encamê de 12 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 25 jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê bilançoya êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Her wiha Rêveberiya Xweser jî têkildarî êrişên dewleta Tik daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê QSD’ê de ev agahî hatin parvekirin:

“Dewleta Tirk a dagirker di çend saetên dawîn de binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jîngeh û navendên hêzên ewlehiyê kirin hedef.

Di encama êrişên domdar de 2 jê zarok, bi giştî 12 sivîl şehîd bûn û 25 jî birîndar bûn.

‘Piranî saziyên xizmetguzariyê hatin hedef girtin’

Qadên sivîlan, firin, stasyonên ceyranê, petrolê û bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi balafirên şer, ên bêmirov ên biçek û bi obîsan hatin hedefkirin. Bi giştî 42 cih ku piraniya wan saziyên xizmetguzariyê û yên sereke ne, hatin hedefkirin.

Ev êrişên hovane yê domdar, dijminatiya Tirkiyeyê ya ji gelê me re nîşan didin. Her wiha careke din xetereya zîhniyeta sûcdar a dewleta Tirk a li ser gelên herêmê û aştiyê aşkera dikin. Tirkiye bi van êrişan hewl dide aloziyên xwe yên hundirîn li ser hesabê gelê me derxe derve, tevliheviyê belav bike û aloziyên dîtir li herêmê çêke.

Em ê careke din li hember van êrişan bisekinin, gel û herêmên xwe ji wan biparêzin."

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat diyarkirin ku hedefgirtina sivîlan, sûcekî şer e û li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin, di êrîşan de kesên jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û şîfaya lezgîn ji birîndaran re hat xwestin.

Rêveberiya Xweser di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hedefkirina zarokan û sivîlan hewl dide vîna berxwedanê ya gelê bişkîne û ewlehiya herêmê têk bibe.Dema rayedarên Tirk propagandaya bidawîkirina şer dikin, hedefgirtina gund, bajar û binesaziya herêmê, durûtî, niyet û rûyê wan ê rastîn di berdewamkirina siyaseta qirkirinê de eşkere dike.”

Rêveberiya Xweser bang li gelê herêmê kir ku li hember sûcên şer ên dewleta Tirk li ber xwe bidin. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a li dijî gelan helwesteke cidî nîşan bidin û dawî li êrişan bînin.

Rêveberiya xweser bang li Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Rûsyayê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, siyaseta dualî û bêdengiya xwe rawestînin.