Di êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê de jinek birîndar bû

Balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk duh şev li gundê Barê û komelgeha Dîgurê ya Şengalê çend malên welatiyan bombebarankirin, di encama êrîşa de herî kêm jinek birîndar bû.

Şengal – Duh bi şev dewleta Tirk li dijî Şengal û Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên qirkirinê pêk anî.

Li gel êrişên ku l seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin dewleta Tirk duh şev saet derdora 23:30’an de, li derdora gundê Barê ya girêdayî komelgeha Xanesorê û li komelgeha Dîgurê, balefirên bê mirov û bi çek yên dewleta tirk a dagirker çend malên sivîlan bombebaran kir. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de jinek be navê Întisar Xwedêda Elî Mirad e birîndar bûye.

Li Şengalê liv û tevgera balefirên keşfê tevahiya şevê berdewam kir.