Di erdhejê de hejmara miriyan derket 50 hezar û 399’an
Hejmara kesên ku di erdhejên navend Mereşê de jiyana xwe ji dest dan derket 50 hezar û 399’an.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/04/20230405-20230405-deprem-2-990x556-pngbc30ef-image-jpg941bb0-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Hat ragihandin ku hejmara kesên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di erdheja 6’ê Sibatê ya li navend Mereşê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 50 hezar û 399an. Wezîrê Karên Hundirîn Suleyman Soylu diyar kir ku hejmara miriyan derketiye 50 hezar û 399an û got, "Lêkolînên tesbîtkirina nasnameyan berdewam dikin. Hejmara miriyan dê bê nûkirin."