Di erdhejê de 50 hezar û 783 kes jiyana xwe ji dest dan
Hejmara qurbaniyên erdhejên li navenda Mereşê hatin nûkirin. Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 50 hezar û 783’yan.
Navenda Nûçeyan – Daneyên nû yên hejmara kesên di erdheja 6’ê Sibatê ya li Mereşê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan hatin parvekirin.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu di bernameyeke televizyonê ya ku beşdar bû de ragihand ku di erdhejan de 50 hezar û 783 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hejmara koçberên ku di erdhejê de mirin wek 7 hezar û 302 kes hat parvekirin.