Di erdhejê de 50 hezar û 500 kes jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên di erdheja navenda Mereşê de jiyana xwe ji dest dan hat nûkirin. Li gorî hejmarên fermî hejmara kesên ku di van erdhejan de jiyana xwe ji dest dane bû 50 hezar û 500 kes.

Navenda Nûçeyan – Hejmara kesên di du erdhejên mezin ên navenda wan Mereşê de jiyana xwe ji dest dan bû 50 hezar û 500.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 50 hezar û 500 e, nasnameya 1020 kesan jî nehate tespîtkirin û xebatên edlî dewam dikin. Suleyman Soylu da zanîn ku heta niha xirabeya 57 hezar û 29 avahiyên hatine hilweşandin 40 hezar û 969 hatine rakirin.