Di erdhejê de 38 hezar û 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
AFAD’ê ragihand ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bûye 38 hezar û 44.

Navenda Nûçeyan - Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) der barê kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî 2 erdhejên bi pileya 7,7 li Bazarcix a Mereşê û bi pileya 7,6 li Elbîstanê 4 hezar û 734 erdhej çêbûn û 38 hezar û 44 kesan jiyana xwe ji dest dan.