Di erdheja Mexrîbê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 960’an
Di erdheja bi lerza 7’an ya ku li Mexrîbê pêk hat de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 2 hezar û 960’an.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/09/20230928-20230928-fas-deprem-jpg02c932-image-jpg1671d2-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Hejmara kesên ku di erdheja bi lerza 7’an a 8’ê Îlonê li Mexrîbê ku navenda wê herêma El-Huz a bajarê Marakeşê bû, jiyana xwe ji dest dan, zêde dibe.
Li gorî daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Mexrîbê Mustafa Baytaş, hejmara kesên di erdhejê de mirin derket 2 hezar û 960’an. Mustafa Baytaş diyar kir ku xebatên tesbîtkirina xaniyên hilweşiyayî dewam dikin.
Di daxuyaniyên berê de hatibû diyarkirin ku di erdhejê de 2 hezar û 946 kes mirin û 6 hezar û 125 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku li 5 herêman nêzî 50 hezar avahî bi temamî yan jî qismî hilweşiyane.