Di erdheja li Hatayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di erdheja di êvara 20’ê Sibatê de ku navenda wê Hatay bû 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 18 ji wan bi giranî 294 kes birîndar bûn.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/02/20230221-20230221-hatay-deprem-kac-saniye-surdu-samandag-ve-defne-depremi-kac-siddetindeydi-iste-olu-ve-yarali-sayisi-en-son-haber-205bb72e7c74d73fe101cd2ee813ca70-jpgf01973-image-jpgf6e2b7-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Li navçeyên Samandagê û Defne yên Hatayê 20’ê Sibatê seet di 20.05 de erdhejek pileya wê 6,4 û piştre bi pileya 5,8 pêk hatin. Erdheja ku di serî de li Hatayê bandora xwe kir li Sûriye, Urdun, Iraq, Filistîn, Îsraîl û li Misirê jî hat hîskirin
Li gorî daxuyaniya Wezîrê tenduristiyê Fahreddîn Koca di erdheja navenda wê Hatay e de heya niha 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 18 ji wan giran, 294 kes jî bîrîndar bûne.