Di encama topbarana dewleta Tirk de zarokek birîndar bû

Duh şev di encama topbarana dewleta Tirk a li ser navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî kantona Firatê de zarokek 16 salî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber didome. Di encama êrîşê hewayî û bejahî ên  di nav çend rojan de 2 jê jin 8 welatî jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan kes jî birîndar bibûn. Duh piştî nîvê şevê dewleta Tirk û çeteyên wî dîsa navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî kantona Firatê topbaran kir.

Di encama hedefgirtina rasterast a taxên başûrê navçeyê de zaroka bi navê Xilûd El Mistefa (16) dema hewl dida tevî malbata xwe ji mal derkevin ji lingê xwe birîndar bû. Dûre Xilûd ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyeke Reqayê.

Li gorî agahiyên malbatê dane, 3 tendonên lingê wî yê rastê qut bûne.