Di du salên dawî de tundiya li dijî jinên Efgan ji sedî 40 zêde bû

Li gorî rapora nû ya Mîsyona Alîkariyê ya Efganistanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA), li Efganistana di bin desthilatdariya Talîbanê de di du salên dawî de tundiya li dijî jin û zarokên keç ji sedî 40 zêde bûye.

Navenda Nûçeyan – Mîsyona Alîkariyê ya Efganistanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA), di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navnetewî û Çalakiyên 16’ê Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Bingeha Zayendî ya Civakî de raporek weşand û ragihand ku li Efganistana di bin desthilatdariya Talîbanê de di du salên dawî de tundiya li dijî jin û zarokên keç ji sedî 40 zêde bûye. UNAMA’yê, banga hevgirtinê ya bi jinên Efganî re û zêdekirina alîkariyan kir.

Mîsyona Alîkariyê ya Efganistanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA), di rapora xwe de destnîşan kir ku li Efganistanê 14.2 milyon jin hewceyê alîkariya lezgîn in û diyar kir ku jinên Efganî rastî gelek cûreyên tundiyê yên mîna sînorkirinên fizîkî, derûnî, aborî û civakî yên giran tên. Ev rewş, nîşan dide destkeftiyên ku bi salan bi têkoşîna mafên jinan hatine bidestxistin, çiqas zû dikarin bên tunekirin.

Rêvebira demkî ya UNAMA’yê Georgette Gagnon, balkişand li ser sînorkirinên li ser jinên Efganî tên ferzkirin û wiha got: "Tundiya li dijî jinan ne tenê ya tê dîtin an bihîstin e; bêdengkirina dengê wan, girtina deriyên wan ên pêşerojê û bêparkirina ji mafên wan jî tundî ye."

UNAMA’yê, bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriya xwe ya ji bo jinên Efganî zêde bike û ji rêveberên heyî yên Efganistanê jî xwest ku sînordarkirinên li ser jin û zarokên keç bi dawî bikin.