Di doza Weqfa Hîranûr de biryar derneket

Doza têkildarî keça damezrînerê Weqfa Hîranûrê Yusuf Ziya Gumuşel H.K.G ya 6 salî bi “murîdê” xwe Kadîr Îsteklî re hat zewicand û rastî destdirêjiyê hat, taloqkirin.

Navenda Nûçeyan- Doza der barê keça damezrînerê Weqfa Hîranûrê ku girêdayî Cemaata Îsmaîl Aga Yusuf Ziya Gumuşel H.G.K ya 6 salî bi “murîdê” xwe Kadîr Îsteklî re hat zewicand û H.G.K rastî tecawîzê hat, berdewam kir.

Danişîn taloqî 17'ê Tîrmehê hat kirin

4'emîn danişîna doza ku bav Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî girtî û dayik Fatima Gumûşel jî negirtî tê darizandin, li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê dest pê kir. Heyeta dadgehê biryara rewşa girti ya Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî berdewam bike û danişîn taloqî 17'ê Tîrmehê kir.

Heyeta dadgehê, di danişîna ewil a di 30'ê Çile de hat dîtin de biryara qedexeya weşanê û biryara nepenîtiyê da bû. Di danişîna duyemîn a di 27'ê Sibatê de hat dîtin de jî Serdozgerê Komarê ku der barê esasê de nêrîna xwe eşkere, xwest bersûc bên cezakirin.

'Em ji bo jina ku ji 6 saliya xwe ve rastî êrîşa zayendî tên li vir in’

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin beriya danişînê li ber edliyeyê daxuyanî da. Li ser navê platformê Omûr Kargîn axivî û wiha got: “

“bi bakdarî jin diaxivin. Em îro ji bo jina ku ji 6 saliya xwe ve rastî êrîşa zayendî tê li vir in. Li gorî çî zarok e? Li gorî kî zarok e? Gotinên wan êrîşa zayendiya zarokan tevşîk dike. Em li vir li gel jin û zarokan in. Bila tu kes xwe tenê hîs neke."

Çi bûbû?

H.K.G diyar kir ku bavê wî Yusuf Ziya Gumuşelê damezrînerê Weqfa Hiranurê wê bi endamê cemaetê Kadîr Îsteklî yê 29 salî re zewiciye û ji 6 saliya xwe pê ve rastî êrîşa zayendî hatiye, di temenê xwe ya 14 salî de hatiye zewicandin, di 17 saliya xwe de bûye dayik, di 18 saliya xwe de jî bi awayekî fermî hatiye zewicandin. H.K.G.ya ku di sala 2021’an de hev berda û çû dadgehê , doza êrîşa zayendî vekir, piştî ku malbata wê bûyer red kir, wêneyên şîrînahiyên yên di 6 û 13 saliya xwe de bi van kesan re kişandine wek delîl pêşkêşî wan kir. Piştî nûçeyên der barê bûyerê de raya giştî belavbûn, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ve lêpirsîn hat destpêkirin.

Di encama lêpirsînê de, di îdianameya ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2’emîn a Anadoluyê ve hat qebûlkirin de, hatibû xwestin ku bersûcên Kadîr Îsteklî ji sûcên “bi zanebûn êrişa zayendî” û “bi zanebûn êrîşa zayendiya li dijî zarok” herî kêm 30 sal, û bersûcên din Yusuf Ziya Gumuşel û Fatima Gümüşel jî bi sûcê "bi zanebûn teşvîkirina  êrîşa zayendî ya li dijî zarok" herî kêm 18 salan cezayê girtîgehê bên cezakirin.