Di doza TJA’yê de jin parastina xwe didomînin

Di roja duyem a danişîna yekem a doza TJA’yê de jinên ku tên darizandina parastina xwe berdewam kirin. Jinan diyar kir ku ji ber nasnameya xwe tên darizandin û daxwaza beraeta xwe kirin.

Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Enqere bû, di 30'yê Mijdara 2022'yan de dest pê kir di 2'yê Kanûna 2022'yan de aktivîstên TJA'yê Gulistan Dehşet, Dîdar Çeşme, Bedia Akkaya, Fîgen Aras Kaplan, Hatîce Gungor, Hulya Kinagu, Fîgen Ektî, Mekiye Ormanci, Amîne Demîr Çoban û Zeynep Boga û yên ku bê girtin dihatin, darizandina Tamcihan Çelebî, Besîle Narîn, Meral Şîmşek, Zekiye Guler, Hulya Taşar, Yeliz Ayyildiz Kiyak, Dîlan Akpolat, Aysel Ceylan, Hazal Aras û Bêrîtan Can Yaşa berdewam dike.

Di roja duyem a danişînê de jinan parastina xwe kirin. Ji jinên girtî Hatîce Gongor di parastina xwe de bal kişand ser hinek agahiyên ku di dozê de cih digrin û da zanîn ku li Amedê dijî û esnafiyê dike û ji ber vê sedemê jî bi gelek kesan re jî hevdîtinê dike. Hatîce Gungor, destnîşan kir ku şahidê nepen Ulaş nas nake û bal kişand ser xebatên xwe yên BDP’ê û diyar kir ku bi şandeyan re 3 caran ji bo xebatên dîplomasiyê jî çûye Herêma Federal a Kurdistanê.

 ‘Di heman dîrokê de çawa ez li dû cihan bim’

Hulya Kinagu jî di parastina xwe de bal kişand ser pêvajoya binçavkirinê bêmafiyên ku hatine jiyîn û wiha got: "Ez endama Komeleya Gukkuşagiyê û KJA'yê me. Ev komele di çarçoveya hiqûqê de hatine vekirin. Li dijî tundiya li hemberî jinan xebatan dikin lê bi KHK'ê her du komele hatin girtin. Di îdianameyê de dibêjin di sala 2014'an de li Pirsûsê tev li meşê bûye lê vê demê ez girtî bûm. Ez îfadeyên şahidên nepen qebûl nakim. Ez tehliyeya xwe dixwazim."

‘Ez di partiyeke legal de xebitîm’

Hazal Aras a ku serbest tê darizandin û li danişînê amade bû wiha got: "Tê gotin ez bi riyên legal û îllegal çûme Qendîlê. Lê belê di pasaporta min de tenê ketina Azerbaycanê heye. Ez wê demê ji bo xebatên şaredariyê çûm. Hûn dibêjin ez bi awayekî îlegal çûme. Ez kengê çûma ka qeydekê ji min re derxin. Min di partiyeke siyaseta legal dide meşandin de siyaset kiriye. Der barê endamên HDP'ê de her dem lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ên der barê wan de lêpirsîn nehatibe vekirin pir kêm in."

‘Ez ji ber nasnameya xwe li vir im’

Aysel Ceylan a ku bêyî girtin tê darizandin jî diyar kir ku wê berê der barê sûcdariyên lê hatine kirin de îfade daye û ji bo tezmînatê doz vekiriye û bi ser ketiye. Aysel Ceylan, diyar kir ku ji ber heman îfadeyan gelek caran hatiye binçavkirin û diyar kir ku ji ber nasnameya xwe hatiye darizandin. Aysel Ceylan, anî ziman ku ew îfadeyên şahidan qebûl nakin û diyar kir ku çûyîna wê ya derveyî welat jî bi awayekî fermî pêk hatiye û ev îsbatkirî ye. Li aliyê din balkêş e ku Aysel Ceylan di îdanameyê de jî girtî xuya dike.

Dîlan Akpolat jî diyar kir ku şahidan diyar kirin ku wan ew li Qendîlê dîtiye lê da zanîn ku ew heta niha neçûye derveyî welat. Piştre jî parastina Merve Tekîn Demîrel a ku di hepsa malê de bû, bi SEGBÎS'ê ji Mûşê bi rûniştina dozê ve girêdayî dest pê kir Merve Tekîn Demîrel îfadeyên xwe yên berê dubare kirin û diyar kir ku ew demekê wek anketor ji bo HDP'ê xebitiye û destnîşan kir ku kesên di dosyayê de behsa wan tê kirin cara ewil li Enqereyê dîtine. Merve Tekîn Demîrel, anî ziman ku ji ber xebatên wê yên di pêvajoya hilbijartinê de telefon weke sûc hatiye nîşandan û diyar kir ku ev ne sûc in. Merve Tekîn Demîrel herî dawî xwest hepsa wê ya malê bê betalkirin. Heyeta dadgehê, navber da danişînê.