“Di doza me de qanûna serdestan tê sepandin”
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferîd Şenyaşar di roja 96’an a çalakiya xwe de peyama: “Em ê serdestiya hiqûqî bi hevgirtinê vegerînin, em tenê EDALET’ê dixwazin” bapr kirin.
Riha - Çalakiya nobeta “edaletê” ya dayika Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di encama êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz winda kirin a bi kurê wê Ferît Şenyaşar re, li ber Edaliya Rihayê digire di roja 96’emîn de dewam dike. Malbatê, ji ber qedexeya derketina kolanan a dawiya hefteyê, çalakiya xwe ya edaletê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam kir.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya ya civakî, dîmenê serdana Seroka Giştî ya Baskên Jinan a CHP’ê Aylîn Nazliaka û şandeya pê re parve kir û spasiya wan kir. Malbatê di dewama parvekirin xwe de ev payam da: “Di doza me de qanûna serdestan tê sepandin. Em ê serdestiya hiqûqî bi hevgirtinê vegerînin. Em tenê EDALET’ê dixwazin.”