Di doza komkujiya malbata Şenyaşar de dosya kirin yek
Dosyayên "kargeh" û "nexweşxane" yên der barê komkujiya malbata Şenyaşar de hatin yek kirin. Malbata di roja 697’emîn a nobeta edaletê de careke din bang li rayedaran kir.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 697’emîn de ye.
Malbata Şenyaşar danê sibehê hatin ber edliyeyê û bi parkarta nivîsa edalet çalakiya xwe dan destpêkirin. Malbatê anî ziman ku yekane daxwaza wan darizandineke adil e û di dawiya darizandinek adil de darizandina berpirsyarên komkujiyê ye.
Dosya kirin yek
Li aliyê din der barê dosyayên darizandina malbata Şenyaşar de biryara yek kirine hat girtin. Dosyeya Malbata Şenyaşar ku berê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê weke doza “dikanê” û “nexweşxanê” bi bû dû beşan hatibû veqetandin. 5’êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê her du dosye kirin yek. Bi vê yekê re dê êdî darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê were lidarxistin. Di 17’ê adarê de dê danişîn li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin.
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev parvekirin kir: “Doza me ya ku du sal berê bi awayekî derhiqûqî di 2 dosyayê de hatibû veqetandin, îro dîsa hat yek kiri. Di doza me ya ku raya giştî xwedî derket de, hemû kesên biryara nehiqûqî dan dê bi berpirsyarên komkujiyê re bên darizandin. ROJÊN KU TERAZİYA EDALETÊ WERE HEVSENGİYÊ, NÊZ E.”