Di Doza Kobanê de kes serbest nehat berdan, danişîn hat taloqkirin

Heyeta dadgehê ku ji bo Doza Kobanê lêkolîna girtîbûnê kir, di biryara navberê de biryara berdewamkirina girtina hemû girtiyan da û danişîn taloqî 16’ê Gulanê hat kirin.

Enqere-Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin. Di danişîna îro de rewşa girtinê ya siyasetmedarên girtî hate nirxandin. 13 siyasetmedarên ku Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel, Ayla Akat Ata û Fîgen Yuksekdag di nav de îro tev li danişînê nebûn.

Dadgehê piştî navbera dayî rewşa girtinê ya siyasetmedarên girtî nirxand û biryara xwe aşkere kir. Dadgehê daxwazên rakirina tedbîrên kontrola edlî bi hinceta “gumana revê heye” qebûl nekirin. Şandeya dadgehê daxwaza parêzerên Demîrtaş a têkildarî binpêkirina xala 220/5 a TCK’ê qebûl nekir û biryara berdewamkirina girtina siyasetmedarên girtî da. 

Danişîn ji bo gotinên dawî bên gotin û biryar bê dayîn taloqî 16’ê gulanê hate kirin.