Di doza der barê dayika Pinar Gultekîn a hat qetilkirin de biryara beraetê hat dayîn
Kujerê Pinar Gultekîn, Cemal Metîn Avci ku doza heqretê li dayika Gultekîn, Şefîka Gultekîn vekiribû, ji dozê beraet kir.

Muxla – Di 16’ê tîrmeha sala 2020’an de li Muglayê ji xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn agahî nehatibûn girtin û di 21’ê Tîrmehê de derket holê ku ji hêla Cemal Metîn Avci ve bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Cemal Metîn Avci piştî cînayetê hatibû girtin. Di 11’emîn danişîna doza kujer Cemal Metîn Avci û xizmên wî de kujer Avci bi îdiaya ku dayika Gultekîn, Şefîka Gultekîn “Gef û heqaret” kiriye gilî kiribû.
Danişîna ewil a doza der barê Şefika Gültekin li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Muglayê hate ditîn. Parêzerên aliyan tev li danişînê bûn. Şandeya dadgehê biryar daku ceza nede sucê ‘Heqaretê’ û di der barê sucê tehdîtê jî bo Şefîka Gultekîn biryara beraetê da.