Di doza Denîz Poyraz de îstînaf hemû serlêdanan red kir

Dadgeha îstînafê, hemû serlêdanên li dijî biryarên doza Denîz Poyraz a di êrişa li dijî Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin red kir.

Navenda Nûçeyan - Ji bo Doza xebatkara partiyê Denîz Poyraz a ku di 17’ê Hezîrana 2022’an de li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê di êrişa çekdarî ya Onur Gencer de hat qetilkirin, di 27’ê Kanûna 2022’an de biryar hat dayîn. 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê bi sedema sûcê “bi plankirî û bi qesdî qetil kiriye” cezayê muebbeta giran, ji ber sûcên “Binpêkirina parêzbendiya avahî”, “Ziyandayîna mal” û “muxalefeta çekdarî ya li dijî qanûnan” 9 sal cezayê girtigehê da bersûc Onur Gencer.

Parêzerên aliyan, li ser vê yekê serî li dadgeha jor dan. 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Îzmîrê ji hêla usûlê ve biryar betal kir û li dadgeha herêmî vegerand. Îstînafê, diyar kir ku di girtekên hinek danişînan de îmze kêm in, biryarên bihincet ji parêzerên aliyan re nehatine şandin û nivîsên têkildarî teblîxkirinê li dosyayan nehatine zêdekirin. Dadgeha herêmî kêmaniyên heyî temam kir û dosya careke din şande îstînafê.

Hemû serlêdan hatin redkirin

1’emîn Daîreya Cezayan, piştî temamkirina kêmaniyan, biryara xwe ya têkildarî dosyayê da. Dadgeha îstînafê temamiya serlêdanan red kir. Di biryara xwe de daîreyê wiha got: “Parêzer Turkan Aslan Agaç (parêzera malbata Denîz Poyraz) ji bo cezayê ji ber sûcê muxalefeta li dijî Qanûna Hêjmar 6136’ê li bersûc Onur Gencer hatiye birîn serî li îstînafê daye. Ev serlêdan hatiye lêkolînkirin û ev serlêdan hatiye redkirin.”

‘Dijraberiya hiqûqê’ tune bû!

Daîreyê, serlêdanên ji bo biryara mehkûmkirinê ya ji ber sûcên “Ziyandayîna mal” û “parêzbendiya avahî” jî biryar da û bi hinceta “dijraberiyeke hiqûqî tune ye” red kir. Îtîrazên her du aliyan ên li dijî biryara derheqê sûcê “Bi plankirî û biqesdî qetilkiriye” de jî hatin redkirin.

Di biryarê de hate gotin ku di usûl û esasê biryarê de dijhiqûqî tune ye, di delîl û kirariyan de tu kêmaniyek nîne, ji hêla îspatê ve nirxandin di cih de ye, çalakî rast hatiye pênasekirin û li gorî awayê sûc a di qanûnan de ye, ceza li gorî çarçoveya qanûnê hatiye dayîn û dijhiqûqiyek ku bandorê li rêjeya ceza bike nehatiye dîtin û îtîrazên Onur Gencer û parêzerên wî hatine redkirin.

Di biryara daîreyê de derket holê ku Onur Gencer daxwaza tehliyeya xwe kiriye. Di biryarê de ev daxwaz hatiye redkirin.