Di dosyaya HDK’ê de biryara berdanê
Seroka bajarê Stenbolê ya EMEP Sema Barbaros ku di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de girtî dihat darizandin bi şertê kontrola edlî hate tehliyekirin.

Stenbol – Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komara Stenbolê di 18’ê sibatê de li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hatî destpêkirin di navde Melek Kizilocak, Ayşe Bengî Çelîk, Aynur Cengîz, Sema Barbaros, Şengul Erdogan, Ece Yildiz Karabacak, Yakup Kadri Karabacak û Erkîn Barin Goyluler ji doza jê dihatin darizandin, danişîna ewil a dozê li 22’yemîn Dadageha Cezayê Giran hate dîtin. Dosyaya yên girtî cûda cûda hate dîtin. Di danişînê de nûnerên partiyên siyasî, nûnerên civaka sivîl, hunermend û gelek kes amade bûn.
‘Beşdariya min ya kongreya HDK’ê min nake sûcdar’
Seroka bajarê Stenbolê ya EMEP Sema Barbaros got: “Ez endama partiya EMEP in tu endamtiyên min ên din nîne. Ez ferman nagrim û nadim. Ez girtî têm darizandin, ez dixwazim sedemê vê bi pirsim. Hun çawa dikarin ji ber di sala 2023’an de beşdarî kongreya HDK’ê bûme min sûcdar bikin. Ji ber ez mafê xwe yê destûra bingehîn bi kartînim ez têm darizandin, ez vê di aliyê darazê de dûrî aqil dibînim. Ev doz ji derveyî hezimkirina muxalafetê tu wateyek din nîne. Peymana Stenbolê û parastina aştiyê ne sûce. Belgeyên ku di çarçoveya vê dosyayê de hatine bi destxistin bi awayek derhiqûqî hatine bi destxistin. Divê jiyana mirovan ewqas asan neyê xerckirin. Em rastî sekvaniya îtîbarê hatin. Ez vê pêvajoyê qebul nakim. Tê xwestin her hêman di îdeanameyê de werin kriminalîzekirin. Ez serokê bajarim, cihê ez lê hatim daxwazkirim ezê biçim. Wêneyên min ê ez di sala 2023’an de beşdarî kongreya HDK’ê bûme wek sûcdar hate nîşandan. Ev çawa min dike endamk ya rêxistinek bi çek? HDK zemînê tifaqê ye. Beşdariya min a vê kongreyê min sûcdar nake. Ez daxwaz darizandin bi dawî bibe, tehliye û bereata xwe dikim.”
Danişîn hate taloqkirin
Piştre makamê îdîayê, daxwaz kir ku Sema Barbaros bi tedbîrên kontrola edlî û dayîna biryara tehliyeyê bê dayîn.
Parêzerên ku parastin kirin, bal kişandin ku belge li gorî hiqûqê nehatiye komkirin, sûc ava nake, daxwaza tehliyeyê kir.
Heyata dadgehê biryara xwe eşkere kir, biryara qedexeya derveyî welat û bi şertê kontrola edlî da û Sema Barbaros tehliye kir.
Danişîn taloqî 23’ê cotmehê hate kirin
Daxwaza tehliyeya xwe kir
Piştre darizandina Ece Yildiz Karabacak, Yakub Kadrî Karabacak pêkhat. Destpêkê Ece Yildiz Karabacak parastina xwe kir û got: “Ez wate nadim girtina xwe. Ez wek endamek parastina mafê jiyana zindiyan dikim, li dijî tundiyê, îro wek endamek ya rêxistinek bi çek sûc darizandin qebul nakim. Ez daxwaza tehliye û beraeta xwe dikim.”
Makama îdea: Daxwaza tahliyeyê kir
Yakup Kadrî Karabacak di parastina xwe de sûcdarî qebul nekir û daxwaza beraeta xwe kir. Piştre makamê îdeayê daxwaz kir ku bi şertê kontrola edlî herdu werin tehliyekirin.
Parêzeran parastin kirin, daxwaz kirin derbarê miwekilê wan de biryara tehliyeyê bidin.
Biryar tehliyeyê
Heyeta dadgehê piştî navbera dadgehê biryara xwe eşkere kir, biryar da bi şertê qedexeya derveyî welat û kontrola edlî werin tehliyekirin. Danişîn taloqî 14’ê cotmehê hate kirin.
Di berdewamiya danişînê de doza Aynur Cengîz ku di lêpirsîna HDK’ê de dihat darizandin hate dîtin.
’HDK ku xebatên şefaf dide meşandin çawa dibe îllegal?’
Aynur Cengîz di danişînê de mafê axaftinê girt û got: “Bê heq em ji azadiya xwe bê par hatin hiştin. Di dewleta hiqûqê de girtinên ku îzaha wê neyî hate pêkanîn. Ev rewşa tê jiyîn krîza edaletê ye. Destpêkê mafê min yê îfade û rêxistinê mafê min yê herî bingehîn hatiye krîminalîzekirin. Di demek ku jin rastî her cûrê tundiyê têde, mirov bi eşkere tên ezmûnkirin, gotina bila ked neyê xwarin, xwestina aştiyê ne sûce. Beşdarbûna daxuyaniyê ku bivê armancê hatin dayîn jî nabe sûc. HDK avakirina civakek sivîl û rewa û zagonî ye. Tu xebatek yê HDK’ê ku bangî tundiyê dike nîne. HDK ku xebatên şefaf dide meşandin çawa dibe îllegal? Ev li dijî herikîna jiyanê ye. Ez sûcên li ser xwe qebul nakim. Kes ji bo mafê xwe yê destûra bingehîn bi kar aniye, nayê cezakirin.”
Piştre mekama îdeayê, daxwaza kir ku Aynur Cengîz bi şertê kontrola edlî were berdan.
Di berdewamiyê de parêzerên Aynur Cengîz, îfadekirin ku têkiliya HDK’ê bi tu rêxistinên bi çek re nîne, darizandin siyasî ye, di aliyê miwekilê wan de tu hêmanên sûc ava nebûye û daxwaza tehliyeyê kirin.
Biryara tehliyeyê
Piştî navbera danişînê, heyeta dadgehê, bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeya Aynur Cengîz da. Danişîn taloqî 22’ê cotmehê hate kirin.
Piştre danişîna ku Ayşe Bengî Çelîk jê dihat darizandin hate dîtin.
Ayşe Bengî Çelîk got ku ew îdeayan qebul nake û dest bi parastian xwe kir û got: “Ez dozyayên excel ku wek belge xistine dosyayê qebul nakim. Derbarê ku HDK ne rêxistinek teroriye gelek biryarên darazê hene. Hewl tê dayîn HDK were krîminalîzekirin. Xebatên aştiyane û demokratîk kirin, şêwirmendiya belegeselan kirin çawa dibe sûc. Ez pênasekirinê Krîmînal qebul nakim. Ez daxwaza tehliyeya xwe dikim.”
Makamê îdeayê, daxwaza tehliyeya bi şertê kontrola edlî kir.
Parêzerên ku parastin kirin diyarkirin ku tu hêmanek a sûc ava nebûye, daxwaza berdana Ayşe Bengî Çelîk kirin.
Biryara tehliyeyê
Heyeta dadgehê biryar eşkere kirin bi qedexeya derveyî welat û şertê kontrola edlî biryara berdanê da. Danişîn taloqî 23’ê cotmehê hate kirin.