Di diniyayê de her 11 deqeyan jinek an jî zarokek keç tê qetilkirin

Rêvebera Ofîsa Madeyên Hişber û Ceza ya Netewên Yekbûyî Ghada Waly diyar kir ku di diniyayê de her 11 deqan jinek an jî zarokek keç ji aliyê mêrê nêzî xwe ve tê qetilkirin, ji bo wê bangal çalakiyên lezgîn kir.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên nû yên ji aliyê Ofîsa Madeyên Hişber û Ceza ya Netewên Yekbûyî (UNODC) nû weşandiye di çapa cîhanê de 47 jin an jî zarokên keç ji aliyê heskirî yan jî endamên malbata xwe ve hatine qetilkirin. Li gorî nûçeya Middle East Monitor ê li gel ku ji sêyan yekê cînayetên jinan hatiye dayîn jî ji cînayetên nava malê 58 jin an jî zarokên keç bûne. 
Dane bi sînorin
Ji rêveberiya UNODC yê Ghada Waly têkildarî mijarê ev agahî da: “Rewşa qetilkirina jinan û zarokên keç ji aliyê heskirî û malbatên wan ve di demên dawiyê de jî baş nebûye.”
Pandemiyê rewş xiratir kiriye
Ghada Waly bi lêv kir ku Covid-19 ya diniya hemû girtiye bin bandora xwe bandorek mezin li binpêkirinên mafê jinan jî kiriye û wiha domand: “Pandemiyê mafê jinan hîn zêdetir bi paş v exist û xwe gihandina mexduran a mafê xwe parastinê kêm kiriye.”
Banga çalakiyên lezgîn
Ghada Waly bang li hemû ofîsên wan ên li herêman kir ku li hemberî şidetê bikevin nava tevgerê û anî ziman ku ji bo parastinê pêdiviya jin û zarokên keç ên rastî şidetê tên bi parastinê heye.
Werger: JINHA