Di destpêka 2024’an de li beşa muhacîratan a Kampa Holê çi qewimî?

Kampa Holê, destpêkê li ser jinan û gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paşê li ser cîhanê xeteriyek cidî ava dike.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Kampa Holê ya ku li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, destpêkê li ser jinan û gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paşê li ser cîhanê xeteriyek cidî ava dike. Me xwest em balê bikşînin ser tevgera beşa muhacîratan a ku Qonaxa Sêyemîn Operasyona Mirovî û Ewlehiyê lê dest pê kiribû.

Di destpêka sala 2024’an de tevgera beşa muhacîratan

Li gorî agahiyên ku em dikaribûn ji hêzên ewlehiya kampê bigrin jinên ku ji 45 welatan piştî şerê Baxozê derbasî Kampa Holê bûne û di beşa muhacîratan de bi cih dibin, hejmara wan zêdetirî 6 hezaran e, ji destpêka sala 2024'an ve tevger û tevliheviyên wan pir zêde bûne.

Di wexteke de ku diviyabû weke her car saet di 22:00'an de tevgera wan li nav kampê raweste, jinên çete di vê mehê de her êvar agir di hundirê kampê de cih bi cih vêdixistin û nobedarî heta serê sibehê dikirin, armanc ew bû ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikşînin kemîna xwe û wan dîl bigrin.

Bi deriyên hesin ên metbex û pencereyan kêr û şûran çêdikirin

Deriyên hesin ên metbex û pencereyan dişikandin û dikirin kêr û şûr, li kêleka wê jî ji bo ku êrîşî hêzên ewlehiyê û leşkerî yên ku kampê diparêzin bikin, molotof çêkiribûn. Kamerayên kontrolê yên hundirê kampê şikandin, enerjiya rojê û lembe hemû şikandin û şewitandin da ku tevgera wan a êvarê neyê xuyakirin û eşkerekirin. Her wiha bi keviran êrîşî hêzên ku wan diparastin dikirin û hewl didan têlên dora beşa wan biqetînin û birevin da ku careke din komkujiyan li dijî jinan û gelê herêmê çêbikin.

Jinên ku xwe di hundirê beşa muhacîratan de wekî Jinên El-Hisbê birêxistin dikin, gefên kuştinê li jinên ku li gorî quralên wan tevnagerin dixwin.

Tedbîrên hêzên ewlehiyê

Wekî tedbîrên ewlehiyê ku ji aliyê hêzên ewlehî û leşkerî ve hat zanîn ku niha rê nayê dayin tiştên cam derbasî beşa wan were kirin. Di heman wextê de jî telefon li hundirê wî beşê qedexe ye, sedema wê jî ew e ku ev çeteyên jin bi şaneyên hundir û derveyî kampê re dikevin pêwendiyê û heta bi herêmên dagirkirî wekî Serêkaniyê û Girê Spî re bi telefonê pêwendiyê datînin. Li gorî perspektîfên ku ji dewleta Tirk digrin, dest bi tevlihevî û xirabiyên bi qesd ê hundirê kampê dikin ji lewre di operasyonên ku heta niha hatine lidarxistin de telefonên ku tên dîtin hatine desteserkirin.

Ji kampaniyên ku li kampê dixebitin û sazî û rêxistinên mirovî yên alîkariyê didin, bi riya wan pere ji bo revandina ji hundirê kampê û çekan ji bo êrîşan bi kar bînin tên derbaskirin. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di Cotmeha 2022’an de du zarokên keç ên Misirî li beşa muhacîratan hatine qetilkirin.

Jin û malbatên çeteyan siyaseta xwe ya li kampê guherandine

Vê carê xeteriya wê ne weke her car e û zêdetir e. Sala borî bûyerên kuştinê çênebûn, sedema wê jî ew bû ku careke din operasyon li ser kampê çênebe û ew rehet planên xwe yên êrîşan û şaneyên xwe bihêz bikin, da ku derbên giran li hêzên ewlehî, leşkerî û saziyên sivîl bixin.

Êdî malbatên çeteyan û jinên wan siyaseta xwe ya di hundirê kampê de guherandine. Lewre di operasyonên par de konên perwerdeyê dihatin girtin û mamosteyên wan lê vê carê dikaribûn veşêrin.

Di heman wextê de yekem car e ku di hundirê kampê de Eşbal El-Xîlafê tên veşartin. Di heman wextê de jî yekem car e li hundir mayînên amadekirî hatin girtin. Ev hemû jî nîşaneya amadekariya êrîşên pir xeter ên wekî girtîgeha Sînaayê ne ku berî du salan li Hesekê pêk hatibû.

Operasyona sêyemîn

Li hember xeteriya ku li ser jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelê wê tê kirin, rênedayîna teqandina vê bombeyê û belavbûna parçeyên wê ango belavbûna çeteyan li nava gund, navçe û bajarên herêmê, niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi pêşengiya fermandarên YPJ’ê Qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bi awayekî profesyonel didome.