Di derbarê rojnameger Roza Metîna de 10 sal ceza

Dozger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di derbarê Nivîskar û Rojnameger Roza Metîna de îdianame amadekir û ji 5 heta 10 salan cezayê girtîgehê xwest.

Amed- Di 20'ê Mijdara 2020'î de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi hinceta lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) gelek parêzer, nivîskar û rojnameger hatibûn binçavkirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de Edîtora Servîsa Kurdî ya Ajansa JINNEWS ê û endama PEN’a Kurd Roza Metîna jî hebû. Têkildarî Roza Metîna ya ku di 23'yê Mijdara 2020'î de derket edliyeyê û bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. 
Pirtûkên dixwîne weke suc hatin dîtin
Îfadeya Rozayê di îdianemeyê de cih girt. Rozayê di îfadeya xwe de diyar kir ku ew nivîskarek e agahiyên di dokumana dîjîtal de nasnameya wê ya nivîskariyê ye û da zanîn pirtûkên ku hatine qedexekirin di dema girtiye nehatibû qedexekirin û ew pirtûk ji bo lêkolînê girtiye.
Runiştina dozê 27’ê Gulanê ye
Di îdianameyê de hat ragihandin ku navê Rozayê di dokumanên ku hatine bidestxistin de derbas bûye û endama KCD'ê ye û hat gotin bi armanca avakirina yekîtiya kurdan, çalakiyên li dijî yekîtiya dewletê û dibe sedema jihevqetandina civakê kiriye armanc û bi îdiaya endametiya rêxistinê di navbera 5 û 10 salan de ceza hat xwestin. Îdianameya hat amadekirin ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û rûniştina yekem di 27'ê Gulanê de ew ê bê dîtin.