Di derbarê rayedarên Komkujiya Konyayê de serlêdana sûc
Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut, ji bo lêpirsîna komkujiya nîjadperest a ku 7 endamên malbata Dedeogullari jiyana xwe ji dest dan de diyarkir ku wan di derbarê dadger, dozger, midûriyeta emniyetê ya bajêr û polîsan de serladana sûc kirine.

Navenda Nûçeysn - Lêpirsîna li ser komkujiya nîjadperest a ku 7 endamên malbata Dedeogulları 30'ê Tîrmehê li navçeya Meramê ya Konyayê jiyana xwe ji dest dabûn berdewam dike. Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut, li ser hesabê xwe yê medyayê girêdayî mijarê peyamek nû parve kir.
Abdurrahman Karabulut di peyama par kirî de ev agahî da: “Têkildarî komkujiya Konyayê, li hemberî 'binpêkirina mafê jiyanê' sûcê kuştina bi qestî û îhmalkarî di derbarê dadger, dozgeran û der barê midûriyeta emniyetê ya bajêr û polîsan de serlêdana sûc kir. Wekî parêzerên ji koma parastina malbata Dedeogûllari, em ê di pêvajoya pêş de jî ji bo cezakirina hemû berpirsyaran gilî û serlêdanên pêwîst bikin. "