Di derbarê mirina Hêlînê ya bi guman de lêpirsîn hat despêkirin
Hêlîn Aslan a bi îdiaya întihar kiriye rakiribûn nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Wan - Li Taxa Yenî Mahale ya navçeya Rêya Ermûşê ya Wanê Hêlîn Aslan a 14 salî bi îdiaya întihar kiriye di 6’ê sibatê de rakirin nexweşxaneya Hekîm Lokman a Wanê. Hêlîn a ji wê demê ve dibin çavdêriya bijîşkan de dihat girtin jiyana xwe ji dest da û li Goristana Karşiyaka ya Rêya Ermûşê veşartin.
Serdozgeriya Komarê ya Wanê di derbarê bûyera Hêlînê de lêpirsîn da despêkirin û ji bo lêkolînê telefona wê girtin, lê malbata wê di derbarê lêpirsînê de ti agahî neda.